Privatperson

Direktlänkar

Idag är: Ons 23 maj 2012

Kurmancî (nordkurdiska)

Sigorteya civakî li Swêdê (Om Socialförsäkringen)

 

Sîgorteya civakî beşekî girîng ji sîstema Swêdê ya ewleyîya civakî ye. Sîgorteya civakî ya Swêdê ji bo herkesî ye ku li Swêdê dijî yan jî kar dike. Ew ewleyîyek ekonomîk dide malbat û zarokan, ji bo seqetan û dema ku mirov bi nexweşiyekê dikeve, seqetîya ji ber karî û temenê bilind. Bi sayeya endametiya Swêdê ya di YEyê de tu dikarî li welatên endamên YE yên din jî, ji sîgorteya civakî îstîfade bikî.

Rapora xwe ya doktor bi riya elektronîk bişîn – zûtir – çalaktir û ewle! (Elektroniskt läkarintyg) [pdf 77 kB]

Tezmînata bicîhbûnê

Tu wek kesê ku nû hatiyî Swêdê dikarî tezmînata bicîhbûnê bistînî. Tezmînata
bicîhbûnê ew pere ne ku tu dikî ji bo plana bicîhbûnê, ya ku te li Daîreya kar çêkiriye,
bistînî. Heger zarokên te hebin, tu dikarî zêdepereyên bicîhbûnê jî bistînî. Heger tu bi
tenê dijî, tu dikarî hingê tezmînata kirê jî bistînî.

Tezmînata bicîhbûnê çi ye û ez ê çawa miracaet bikim?
Heger plana te ya bicîhbûnê li cem Daîreya kar hebe tu dikarî tezmînata bicîhbûnê bistînî. Tu li cem Daireya kar miracaetî tezmînata bicîhbûnê dikî.

Zêdepereyên bicîhbûnê çi ye û ez ê çawa miracaet bikim?
Heger tu tezmînata bicîhbûnê distînî û zarokên te hebin û li ba te dimînin tu dikarî zêdepereyên bicîhbûnê jî bistînî.
Herî zêde tu dikarî 4500 kronî wek zêdepereyên bicîhbûnê bistînî. Tu bi van blanketên li xwarê miracaet dikî.

FK 6700 Ansökan om etableringstillägg (pdf 113 kB)

Tu dikarî blanketan bi telîfonê jî bixwazî 020-524 524

Tezmînata kirê çi ye û ezê çawa miracaet bikim?
Heger mafê te yê ku tezmînata bicîhbûnê bistîne hebe û tu bi tenê di xaniyê xwe de dimînî, tu dikarî tezmînata kirê jî bistînî. Tu dikarî herî zêde 3900 kronî wek tezmînata kirê bistînî.Tu bi van blanketên li xwarê miracaet dikî

Blanket ji bona tezmînata kirê:

FK 6703 Ansökan om bostadsersättning (pdf 107 kB)

Tu dikarî blanketê bi telîfonê jî bixwazî 020-524 524

Enformasyona hûrûkûr

4143 (Tezmînata bicîhbûnê), zêdepereyênb icîhbûnê û tezmînata kirê